LI ÎRANÊ ÇALAKIYÊN PROTESTOYÎ
Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandanan destpêkirine. Xwepêşandanên ku di roja 13’an de didomin, tevî hemû zext û êrişên rejîma Îranê her ku diçe berfirehtir dibin
Malpera Hal Wash têkildarî tundî û êrişên hêzên rejîma Îranê yên xwepêşanderan agahiyên nû belav kir.
Hate ragihandin ku îro li bajarê Zahîdan di dema nimêja Îniyê de hêzên rejîma Îranê raste raste welatiyan gulebarankirin û gaza rondikrêj bikaranîn.
Malperê diyar kir ku di encama êrişa hêzên rejîma Îranê de gelek kes birîndar bûn.
Her wiha Hal Wash destnîşan kir ku li çend bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî di dema nimêja Îniyê û piştî nimêje de, xwepêşandan destpêkirin û hêzên ser bi rejîma Îranê bi awayekî bêseruber gule li xwepêşanderan reşandin û di encamê de çend kes birîndar bûn.